EVÎN
Dilê’m ji ber evîna te diheliya
Bûye mîna volkanan dikeliya
Dike qêrîn,dike gazin,dinaliya
Tu ji bo min hem derd e û derman e evîn.
Bila pesin ji te re be ey evîn
Li te tê bihar û gul, li te tê jîn
Bila ji bo te feda bibe ew dinyaya derewîn
Tu ji bo min xelat e,wate ye evîn