Krasê te meles e, ha wer lê
Min dabû ber meqes e, can û can, can qurban
Îro min dostê xwe dît, ha wer lê
Por sor û çavên reş e
Can û can, can qurban
Krasê te medirum e, ha wer lê
Hurik hurik didirûme, can û can, can qurban
Heçî yara wî tune, ha wer lê
Ji herdû dinyan mehrûm e
Can û can, can qurban
Kirasê te heft reng e,
Ha wer lê, ha wer lê, ha wer lê
Kirasê te hef reng e,
Can û can, can qurban
Li gundê me govend e,
Can û can, can qurban